Enter your email Address

+49 152 1360 9436
16.01.2021 - 15:36
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Ciwanên Cihanê

TAYBET – Ciwanê Enternasyonalîst: ‘Rastiya xwe em di fikrên Serokatî de dibînin’

Hawar Lyoba balkêşbûna fikrê Serokatî ji bo xwe wiha tine ser ziman: “Li Ewrûpa gelek tevgerên wek Ekolojîk, Sosyalîst an jî Femînîst hene. Lê bes bihevre kar nakin, hevgirtina wan nine. Ji ber vê yeke fikrên Serokatî ji bo min pirr balkêş bû, ji ber ku hemû beşa digre nava xwe.”

Çekdar Botan Edîtor: Çekdar Botan
10/08/2020 - 0:07
di nav Ciwanên Cihanê, Dosya Taybet, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
A A
TAYBET – Ciwanê Enternasyonalîst: ‘Rastiya xwe em di fikrên Serokatî de dibînin’
113
Temaşêkirin
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Ciwanê enternasyonalîst Hawar Lyoba ku eslê xwe ji Swîsreyê ye û niha di nava Şoreşa Rojava de jiyan dike derbarê naskirina xwe bi raman û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ji ajansa me re axivî.

Hawar Lyoba balkêşbûna fikrê Serokatî ji bo xwe wiha tine ser ziman: “Li Ewrûpa gelek tevgerên wek Ekolojîk, Sosyalîst an jî Femînîst hene. Lê bes bihevre kar nakin, hevgirtina wan nine. Ji ber vê yeke fikrên Serokatî ji bo min pirr balkêş bû, ji ber ku hemû beşa digre nava xwe.”

Befirehiya hevpeyvîna bi Ciwanê enternasyonalîst Hawar Lyoba wiha ye:

“Navê min Hawar e. Ez ji Swîsre me. Min li Swîsreyê karê çandiyê dikir. Her wiha min cihê xwe nava rêxistinek sosyalîst digirt. Lê rêxistinek biçûk bû. Li Ewrûpa rêxistin wiha yê mezin tune. Dema ez li Ewrûpa bûm nakokiyên min pirr bûn, pirsgirêkên min jî hebûn. Li Ewrûpa bi giştî civakbûyîn tune, çanda mêvantî nasnakin, bihev re niqaş nakin, mînak kes cîranê xwe nas nake. Pirr tiştên wusa ji bo min bi nakok bûn. Bi riya hevalekî xwe min Şoreşa Rojava, ev fikrê nû yê sosyalîst nas kir. Li ser pêşniyara hevalê min hatim Rojava.

‘RAMANÊN SEROKATÎ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN HEYÎ YE’

Fikrê Serokatî pirr kur û befireh e. Hemû mijaran şirove dike. Mînak ser mijara ekolojîk û zilma li ser jinan şîrovên kur hene. Civaka azad, demokratîk a bi eqlax pênase dike. Pirr balkêşe, ev raman dikarê pirsgirêkên heyî ên di roja me ya îro de çareser bikin. Ji Sûrî bigre heta Rojhilata Navîn û yê tevahî cîhanê dikare çareser bike.
Fikrê Netewa Demokratîk dide xuyakirin ku hemû netew dikare bi hevre jiyan û kar bikin. Dikare jiyanek siyasî ya bi exlaq ava bike. Bê dewlet, bê sinor û bêyî bandora sîstema kapîtalîst em dikarin tiştekî din ava bike.

‘FIKRÊ SEROKATÎ HEMÛ BEŞAN DIGRE NAVA XWE’

Dema ez li Swîsreyê bûm, ez anarşîst bûm. Ev jî beşek ji fikra sosyalîst e. Lê ne wek fikrê Serokatî ewqas befireh e. Tenê ser mijarên çinî şîrove dike. Mînak pirsgirêkên din wek yên ekolojîk nabinin. Pirsgirêkên giştî yê civakê nabinin. Li Ewrûpa gelek tevgerên wek Ekolojîk, Sosyalîst an jî Femînîst hene. Lê bes bihevre kar nakin, hevgirtina wan nine. Ji ber vê yeke fikrên Serokatî ji bo min pirr balkêş bû, ji ber ku hemû beşa digre nava xwe. Ji bo serdema me ev fikrê Serokatî nû ye. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, Serokatî Modernîteya Demokratîk daye ava kirin. Ev yek jî ji bo min pirr balkêş bû.

‘PIRSGIRÊKÊN EKOLOJÎK GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ NE’

Nirxandinên Serokatî li ser pirsgirêkên Ekolojîk jî pirr balkêşin, ji ber ku dibêje beyî ku em pirsgirêkên civakî çareser bikin, em nikarin yê Ekolojîk çareser bikin. Li Ewrûpa tevgerên Ekolojîk lîberal in. Ji ber ew wusa difikirin ku ew dikarin pirsgirêkên Ekolojîk di nava Modernîteya Kapîtalîst çareser bikin. Ev tişt nabe. Jixwe Modernîteya Kapîtalîst li dijî Ekolojiyê ye. Xwezayê talan dike, hemû nirxên xwezeyê didîze, mînak av, an jî daran dibire. Hemû xwezayê xirab dike. Serokatî dibêje em nikarin nava Modernîteya Kapîtalîst pirsgirêkên Ekolojîk çareser bikin. Ev tiştek giring e. Fikrên Serokatî ji bo hemû ciwanên Ewrûpa tiştekî balkêşe, kî van fikran nas bike wê bibe alîgirê wê.

‘PÊWISTE EM SEROKATÎ BIXWÎNIN Û XWE SERERAST BIKIN’

Xwendîna pîrtukan ji bo giring e. Çênabe di xwendina me de lawaztî derkeve. Pêwiste em hin zêdetir lêkolin bikin. Pêwiste em Serokatî bixwînin û fikrên xwe li ser vî esasî serrast bikin. Rêxistinbûyîna me jî pirr giring e. Ciwan pêwiste ji bo civakê kar bike. Em dibêjin ciwan pêşeng e civakê ye, ji ber vê jî pêwiste herî zêde ciwan tevlî vê fikrê Serokatî bibin. Pêwiste ciwan di Hunerê, Werzîşê, û di xeta çalakiyan de pêşengî bike. Ciwan 24 saetan bi teknîkê re mişul dibe, pêwiste êdî ji vê cîhanê derkeve û biçe derveyî vê yekê. Ciwan dikare cîhanek nû ava bikin, daran biçine. Avakirina jiyanek azad di destê ciwanan de ye. Ji ber vê jî pêwistî bi rêxistinkirina her aliyê jiyanê heye.

‘CIWANÊN EWRÛPA DIKARIN RASTIYA XWE DI FIKRÊN SEROKATÎ DE BIBÎNIN’

Îro cîhan di rewşek xeter de ye. Bandora Modernîteya Kapîtalîst pirr zêde ye. Pirgirêkên ekolojîk, civakî û azadiya jin gelek in. Ev Modernîteya Kapîtalîst jiyanê xirab kiriye. Li Rojava jî li dijî vê Şoreşek pêk hatiye. Hewldanên avakirina jiyanek nû heye. Hêzên kapîtalîst û împeryalîst dixwazin vê tecrûbeyê têk bibin. Kuştinê ferz dilke. Dixwazin fikrê Serokatî û yê Sosyalîst tune bikin. Li dijî wan kîryaran pêwiste em hemû kesî birêxistin bikin. Taybet ciwan dikarin nava civakên xwe bibin hêza guhertinê. Her ciwanek dikare were Rojava û vê jiyana nû û Şoreşê bibine. Ciwanên Ewrûpî jî dikarin bi fikrê Serokatî rastiya xwe nas bikin. Dikarin diroka xwe fêm bikin. Em wan tiştan bi fikrên xwe ên sosyalîst ve girêdin, ew dem em dikarin her tiştî biguherine. Li ser vî esasî ez dîsa dûbare dikim, pêwiste em xwe rêxistin bikin û rabin ser xwe. Bi vî awayî em jî dikarin Şoreşê çêbikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – 15’ê Tebaxê pîroz be!

Nivîsa Pêş

Wesayîta zirxî ya dagirkeran qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin

Çekdar Botan

Çekdar Botan

Nivîsa Pêş
Wesayîta zirxî ya dagirkeran qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin

Wesayîta zirxî ya dagirkeran qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin

Hejmara mirovên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin bû 119 kes

Hejmara mirovên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin bû 119 kes

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • LEZGÎN – Însiyatîfa Zarokên Agir: ‘Li Stenbol û Antalyayê navendên kedmêjiyê hatin şewitandin’
  • FLAŞ – Bîlançoya Şer a 2020’an: 1005 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin!
  • Greva birçîbûnê di roja 51’an de ye
  • Cih: Zanîngeha Rojava, Mamoste: Noam Chomsky
  • Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê nasnameya şehîdekî parvekir
  • Ciwan hêza pêşeng in
  • Ji Pênûsa Gerîla: Koçera Welatê Hêviyan
  • ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2021’AN
  • Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne
  • Li her derê dengek bilind dibe: “Tecrît li sûcê mirovahi ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • FLAŞ – Derewên KDP-ENKS yên ‘QSD, YPJ û YPG zarokan direvine’ pûç bû!

    FLAŞ – Derewên KDP-ENKS yên ‘QSD, YPJ û YPG zarokan direvine’ pûç bû!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla: Ji Qereçox Heya Cîlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê nasnameya şehîdekî parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • FLAŞ – Bîlançoya Şer a 2020’an: 1005 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Însiyatîfa Zarokên Agir: ‘Li Stenbol û Antalyayê navendên kedmêjiyê hatin şewitandin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zarokên Agir: Recep Tayip Erdoğan şewitî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Milîsên Tolhildanê ya Erdal Nûda ya HBDH’ê Stenbolê rê birî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist