Enter your email Address

+49 152 1360 9436
16.01.2021 - 19:01
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Dosya Taybet

TAYBET – Gerîlayên Ciwan: ‘Azadî li Çiyayên Azad û nava refên Gerîla de pêkane’

Gerilayên Azadiyê derbarê jiyana Gerîla û hêstên azadiyê ji ajansa me re axivîn.

Çekdar Botan Edîtor: Çekdar Botan
05/01/2021 - 0:53
di nav Dosya Taybet, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
A A
37
Temaşêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Gerilayên Azadiyê derbarê jiyana Gerîla û hêstên azadiyê ji ajansa me re axivîn.

Gerîla Ciwan Gaber derbarê Gerîlatiyê wiha nerînê xwe tine ser ziman:

“Gerîlatî tiştekî pirr xweşe. Di nava civakê çawa behsa Gerîla dikirin, di gotin Gerîla li serê Çiyaye, ji bo welatê xwe şer dike. Me tenê ewqas tişt zanibû ser Gerîla. Lê dema ez tevlîbûn û min hemû tiştî dit, ew dem wateya xwe pirr cuda bû. Hisek pirr cuda ye. Gerîlatî wateya jiyanê ye. Heta mirov Gerîlatiyê jiyan neke, ew jiyan bê wate ye. Dema mirov dibe Gerîla, ew dem wateya jiyanê tê fêm kirin. Wate dide jiyane, dide rêhevaltî, heta dide karekî herî biçûk jî. Tu zehmetî jî bikşine, disa jî bi wateye. Tiştekî bê wate tune, adizî tune. Di nava Gerîla tişta destpêkê tê fêr kirin, ku tu hevalê xwe yan xwezaya xwe biparêze. Hevaltiya nava Gerîla cuda ye. Hevaltiya li vir ne li ser esasê karekî te hebe, an jî perê te hebe. Li vir jixwe ne perê me, ne tiştekî me heye. Li vir tenê armancek me heye, hedefek me heye. Kombûna me li ser esasê vê armancê ye. Li ser esasê vê armancê em di rêyekê de dimeşin. Hevaltiya esasî ev jixwe. Ji bilî vê tu hevaltiyek din tune. Hevaltiya nava civakê ne raste. Gerîla bi hevaltiya xwe tê nasin. Ji bo hevalê xwe canê xwe feda dike. Ger tiştek bi hevalê te were, tu qet nafikirî tu hema diçe xwe davêje pêşiya hevalê xwe. Hevalê te canê te ye, ji ber vê tu bêyî bifikirî hevalê xwe diparêze. Tu zanî ew canê te ye. Ji ber vê tu qet nafikirî.

Dema Gerîla tê gotin, jixwe Çiya pêreye. Gerîla bê Çiya nabe, Çiya jî bê Gerîla tucarî nabe. Ev herdû girêdayî hevdune. Tucarî jihev nayê qutkirin. Dema tu diçî ser tepeyekî bilind li xwezaya xweşa a Kurdistanê temaşe dike, mirov pirr pê bandor dibe. Di vê deqê mirov azadiyê dike. Dema tu li derdora xwe Çiyan dibine, hisekî cuda di mirov de dide avakirin. Bayek cuda tê, derdora te ave, behna tu digrî behnek cuda ye, bi rastî çiya tiştek pirr pirr xweşe. Niha tu biçî gundekî jî ji tera teng tê. Çima? Ji ber tu fêrî çiya bûye. Fêrî vê azadiyê bûye. Çiya milekî xwe yê azadiyê heye.”

Gerîla Qehreman jî sedema xwe a tevlîbûna nava refên Gerîla û azadiyê wiha vegot:

“Navê min Qehreman Eştanî, sedema tevlîbûna min, ji dema 1993’an mamê min tevlî bibû û şehîd ketibû, li ser vî esasî ez jî tevlî bûm. Ji bo ez tola mamê xwe rakim ez hatim. Min sileha wî rakir. Ez li Botanê tevlî bûm. Ji bo min wek şansek bû, ez desptêkê çûm Kato Jirak. Hertim Çiyayên Kurdistanê dostên Kurdan e. Dostê herî mezin yê Kurdan Çiyayên Kurdistanê ye. Azadî ji av û nan giringtire. Azadî nine, çiqas av, nan an jî jiyanek hebe jî vala ye. Mirov pêwiste hertim pêy azadiyê bikeve. Bi azadiyê ve girêdayî be. Hertim şopdarê azadiyê û heqîqetê be. Azad be. Di nava sîstema dewletê û nava zihniyeta 5000 sala a zilamê desthilatdar bi azadî jiyankirin nabe, ew azadiyek şaşe. Encax bibe kolê sîstemê. Rastiya rast ew ku mirov xwe bi xwe rêve bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwediyên Kurdistanê kî ne?

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan: Li dijî zordariyê emê bê deng nemînin

Çekdar Botan

Çekdar Botan

Nivîsa Pêş
Leyla Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike

Jinên Ciwan: Li dijî zordariyê emê bê deng nemînin

Greva birçîbûnê ya zindana di roja 40’î de ye

Greva birçîbûnê ya zindana di roja 40'î de ye

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • Civîna salane a Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêk hat
  • LEZGÎN – Însiyatîfa Zarokên Agir: ‘Li Stenbol û Antalyayê navendên kedmêjiyê hatin şewitandin’
  • FLAŞ – Bîlançoya Şer a 2020’an: 1005 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin!
  • Greva birçîbûnê di roja 51’an de ye
  • Cih: Zanîngeha Rojava, Mamoste: Noam Chomsky
  • Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê nasnameya şehîdekî parvekir
  • Ciwan hêza pêşeng in
  • Ji Pênûsa Gerîla: Koçera Welatê Hêviyan
  • ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2021’AN
  • Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

Herî zêde hatine xwendin

  • FLAŞ – Derewên KDP-ENKS yên ‘QSD, YPJ û YPG zarokan direvine’ pûç bû!

    FLAŞ – Derewên KDP-ENKS yên ‘QSD, YPJ û YPG zarokan direvine’ pûç bû!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla: Ji Qereçox Heya Cîlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê nasnameya şehîdekî parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • FLAŞ – Bîlançoya Şer a 2020’an: 1005 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Însiyatîfa Zarokên Agir: ‘Li Stenbol û Antalyayê navendên kedmêjiyê hatin şewitandin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna salane a Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zarokên Agir: Recep Tayip Erdoğan şewitî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist