Enter your email Address

+49 152 1360 9436
19.01.2021 - 23:59
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Xwendekarên Bogazîçiyê: ‘Em welatê ku bi qeyûman tê birêvebirin qebûl nakin’

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, diyar kirin ku “rektorê qeyûm” Melîh Bûlû qebûl nakin û xwestin ku herkes piştevaniya wan bike.

Çekdar Botan Edîtor: Çekdar Botan
10/01/2021 - 11:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Xwendekar
A A
Xwendekarên Bogazîçiyê: ‘Em welatê ku bi qeyûman tê birêvebirin qebûl nakin’
6
Temaşêkirin
ParvekeTweet

STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re diyar kirin ku ew “rektorê qeyûm” Melîh Bûlû qebûl nakin û xwestin ku herkes piştevaniya wan bike.

Xwendekar, derçûyên Zanîngeha Bogazîçiyê û kesên piştevaniya wan dikin, çalakiyên xwe yên şermezarkirinê yên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektorê qeyûm dibînin, bi biryardarî didomînin. Di çalakiyan de tê xwestin ku ku rektorê qeyûm îstîfa bike û li zanîngehê ji bo rektoriyê hilbijartin bê kirin.

‘WELATÊ KU BI QEYÛMAN TÊ BIRÊVEBIRIN’

Xwendekarê Beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Devrîm Bariş Yilmaz, diyar kir ku rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê AKP’î qebûl nakin û wiha got: “Qeyûm ne tenê pirsgirêka Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ye. Pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Cihek nema ku qeyûm tayîn nekiri ne. Tirkiye îro bi sîyaseta qeyûm tê birêvebirin. Em ê li dijî vê polîtîkayê piştevaniya xwendekaran mezin bikin û li dijî rektorên qeyûm derkevin.”

BANGA PIŞTEVANIYÊ

Yilmaz, da zanîn ku ji ber xwendekar li dijî tayînkirina rektoran dertên desthilat wan dike hedef û ev bang kir: “Desthilat herî zêde ji ciwanan ditirse. Ji ber vê yekê dixwazin ciwanan ji hev belav bikin û perçe bikin. Desthilat bi medyaya girêdayî xwe ve dengê me qût dike û rastiyan berovajî dike. Em di heman demê de li dijî vê medyayê jî li ber xwe didin. Mesele ne tenê îstîfakirina rektor e. Em bi gelemperî li dijî hişmendiya qeyûm in. Em ê li zanîngehê û li derveyî zanîngehê jî bi berdewamî têkoşîna xwe mezin bikin. Em dixwazin ku li dijî rektorê qeyûm hemû xwendekarên zanîngehê û gelên Tirkiyeyê piştevaniya me bikin.”

TAYÎNKIRINA BI BIRYARNAMEYA OHALÊ

Xwendekarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Ozan Yaman jî da zanîn ku politikaya tayînkirina rektorên qeyûm ne nû ye û bi bîr xist ku di sala 2016’an de bi biryarnameyên Rewşa Awarte (OHAL) rektor tayînî zanîngehan hatine kirin. Yaman, anî ziman ku tayînkirina rektoran bi tena serê xwe pêkanîneke antî-demokratîk e û ev tişt got: “Rektorê ku tê tayînkirin ji nava zanîngehê be jî ji ber ku yên wî tayîn dikin vîna siyasî ye nayê qebûlkirin. Beriya niha bi biryarnameyên OHAL’ê rektor dihatin tayînkirin niha jî bi Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ev pêkanîn rutin kirine. Daxwaza me ewe ku tayînkirina qeyûman bê sekinandin û li zanîngehan bi hilbijartinên rektor bên diyarkirin Divê li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê zanîngeh, rêxistinên sivîl, komele, şaredariyên HDP’ê ve xeta têkoşîna hevpar bê avakirin.”

QEYÛM LI HER DERÎ NE!

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Hîvda Selen ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûm dertê û piştgirî dide çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê jî ev tişt anîn ziman: “Îro qeyûm tayînî şaredarî, komele û rêxistinên sivîl jî tên kirin. Beriya niha Verşen Kok weke qeyûmê rektorê tayînî ODTU’yê, Nejdet Bûdak tayînî Zanîngeha Egeyê û Mahmût Ak jî tayînî Zanîngeha Stenbolê hatibûn kirin. Qeyûmên ku tên tayînkirin destpêkê civak û qlûbên xwendekaran asteng dikin. Ji bo tepisandina her dengê muxalîf dixebitin. Îro li zanîngehan tu kes ji me ne azad e. Zanîngeh di bin dorpêça polisan de ne. Rektor jî ji bo vê dorpêçê kûr bikin kar dikin. Desthilat bi vê armanc dike ku akademiyê bi rê ve bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva birçîbûnê dijî tecrîdê di roja 45’an de didome

Nivîsa Pêş

YPG’ê nasnameya 8 şervanên li Helebê şehîd bûn eşkere kir

Çekdar Botan

Çekdar Botan

Nivîsa Pêş
YPG’ê nasnameya 8 şervanên li Helebê şehîd bûn eşkere kir

YPG'ê nasnameya 8 şervanên li Helebê şehîd bûn eşkere kir

Etîketa #LicedeİşkenceVar li ser twitterê ket rojeva Tirkiyeyê

Etîketa #LicedeİşkenceVar li ser twitterê ket rojeva Tirkiyeyê

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • Zarokên Agir 4 bajaran de agir lêda
  • HBDH’ê li dijî faşîstên AKP’îyan çalakî lidarxist
  • Ciwanên şoreşger çalakiya xwe ya piştîvaniyê bi dawî kirin
  • Greva birçîbûnê di roja 54’an de berdewam dike
  • Di roja 7`an de çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger berdewam kir
  • 1 dq’de Hefteyekî Jinên Ciwan
  • Takekesa Civaka Ahlaqi û Politîk: Nûda
  • ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2021’AN
  • Çalakiya konvedanê ya ku li Hesekê bi pêşengiya ciwanan de hatîbû lidarxistin dawî bû
  • Polêsên faşîst jinên ciwan tehdît dike

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Kerboranê parvekir

    HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Kerboranê parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Takekesa Civaka Ahlaqi û Politîk: Nûda

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di roja 7`an de çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger berdewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HBDH’ê li dijî faşîstên AKP’îyan çalakî lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd ên Yunanistanê  li dijî tecrîtê Berxwedidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hevdîtina parêzaran a bi Rêber Ocalan re cara 773’an jî hate redkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ev mirin qet naşibin întîxara!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 1 dq’de Hefteyekî Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist