Enter your email Address

+49 152 1360 9436
24.01.2021 - 0:33
  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Daxuyanî

HPG’ê nasnameya Fermandar Şehîd Gulan Gabar parvekir û pakrewana azadiyê bibîr anî

"Hevrêya me Gulan Gabar di 26'ê Kanûna 2017'an de li Herêmên Parastiyê yên Medyayê di encama êrişa hewayî de şehîd bû."

Serhildan Zeynep Garzan Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/01/2021 - 12:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
A A
HPG’ê nasnameya Fermandar Şehîd Gulan Gabar parvekir û pakrewana azadiyê bibîr anî

ANF Images

22
Temaşêkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Rûkiye Çekîç (Gulan Gabar) sala 2017’an di êrişa hewayî de şehîd bûye.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Gulan Gabar di 26’ê Kanûna 2017’an de li Herêmên Parastiyê yên Medyayê di encama êrişa hewayî de şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye, wiha ne:

Nasnav: Gulan Gabar
Nav paşnav: Rûkiye Çekîç
Cİhê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sûltan-Kûvat
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Kanûna 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ZAROKA ÇIYAYÎ YA ZAGROSAN: GULAN

Hevrêya me Gulan li quntarê Zagrosan, li navçeya Geverê ku weke bajarê serhildanê tê naskirin, li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me Gulan li nava kevneşopiya gelê Kurd a kevnar a bi hezaran salî, li nava çanda welatparêziyê û atmosfera têkoşînê ya Tevgera Apoyî mezin bû. Hîn di zarokatiya xwe de hezkirina gel û welat kete dil û mejiyê. Hevrêya me Gulan, zext, zilm, polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Kurdistanê û şewitandina gundan bi xwe dît, lewma hem rastiay dijmin zû nas kir, hem jî bi hêrseke mezin mezin bû. Piştî ku ev hêrsa li dijî dijminê qirker bi eşka welatê xwe ya di dilê wê de bû yek, di temenê ciwantiya xwe de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Gulan ku zaroka çiyayî ya Zagrosan bû, bêyî ku zor û zehmetiyê bibîne zû hînî jiyana gerîla bû. Li ser şopa civaka xwedawend a pîroz a dayik-xweda, ku Zagrosan malovanî jê re kir, meşiya. Xwe gihand ser serê çiyayên Kurdistanê ku textê pîroz ê xweda û xwedewendan e. Bi hêrseke mezin a li dijî jinbûyîna kole, paşverû û kevneşop a li civakan tê ferzkirin, hevrê Gulan weke jineke Kurd a azad her tim hewl da ku xwe bi felsefeya Apoyî ji nû ve biafirîne, di xeta jinê ya azad de kûrtir bibe û bibe jineke Kurd a azad a pêşeng.

MILÎTANEKE APOYÎ, FERMANDAREKE ŞAREZA

Hevrê Gulan li ser vê bingehê bi eşq, kelecan, coş û kedeke mezin tevlî têkoşînê bû, ji Garê heta Zapê, ji Zapê heta Erzîromê, ji Erzîromê heta Cîlo û Avaşînê, ji fermandariya YJA Starê heta pratîka YPS’ê li gelek qadan û di gelek karî de bi roleke girîng rabû. Lêgerîn û eşqa xwe ya li rastiyê, daxwaz û kelecana xwe ya azadiyê ti carî kêm nebû, berpirsyariyên têkoşîna şoreşê timî hilda ser milê xwe û bi vî rengî bû milîtanek Apoyî, bû fermandareke şareza ya YJA Starê. Her timî berê xwe li serketinê bû, di armanca xwe de zelal bû û sekneke wêrek nîşan dida ku bi ruhê fedayî bi ser dijmin ve diçû. Bi vê sekna xwe bû fermandareke şareza ku hem bi salan şer kir, hem hevrêyên xwe da şerkirin, hem jî ew parast. Bi dilnizimiya xwe, bi kedkarî û fedakariya xwe, bi dilê xwe yê samîmî yê ji bayê xwedawendiyê, bi dilê xwe yê jinê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Fermandarek bi mînak bû ku hevrêyên wê hemûyan jê hez dikir û şûna wê xuya bû.

Hevrêya me Gulan bi fermandariya xwe ya şareza, ji Zapê heta Erzîromê, ji Erzîromê heta Zagrosan ji bo mezinbûn û xurtbûna artêşbûna jinê timî têkoşiya, bû şopdareke mezin a Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Zelal, Sara, Delal û Berçeman û ala têkoşînê ya jinên Kurd a azad bilind kir. Di serî de jinên li herêma Geverê, jin û ciwanên Kurd hemû, wê fermandariya jinên Kurd a azad ku di şexsê Berçem Gever û Gulan Gabar de temsîla xwe dît, meşa wan a bi rûmet a ku bi şehadetê tacîdar bû, ji xwe re bikin hinceta têkoşînê. Çanda xwedawendiya qedîm a hezaran salî ya jinên Kurd, kevneşopiya berxwedanê ya esîl û ruhê azadîparêz ê teslîm nayê girtin, ji lûtkeya Zagrosan heta çiya, gund û bajarên Kurdistanê hemûyan, li her derê bi pêşengiya PKK û PAJK’ê wê bi şerê gel ê şoreşgerî têbikoşe û teqez bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me Gulan, ji malbatên şehîdan, gelê xwe yê Geverê û gelê Kurdistanê hemûyî re sersaxiyê dixwazin. Em; hevrêyên hevrê Gulan soza xwe dubare dikin, soza mezinkirina têkoşînê didin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva Birçîbûnê di roja 48’min de berdewam dike – Berxwedan mezin dibe

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê bajara faşizmê re dixe dojeh

Serhildan Zeynep Garzan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Însiyatîfa Zarokên Agir li Izmîr û Balikesirê agirê Tolhildanê bilind kirin

LEZGÎN - Jinên Tîrêjên Rojê bajara faşizmê re dixe dojeh

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ropora di derheqe Îmraliyê de amade kiriye parvekir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ropora di derheqe Îmraliyê de amade kiriye parvekir

Bir cevap yazın Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • LEZGÎN – Li ser Kobanê tevgera balafiran
  • Ji Pênûsa Gerîla
  • Ambargo ji koronayê xirabtir e
  • ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2021’AN
  • LEZGÎN – Zarokên Agir Li Kastamonu, Bilecik, Eskişehir, Bursa, Tekirdağ û İzmîrê silav kir
  • Artêşa Tirk êrişî Til Rifetê kir: 3 sivîl Şehîd bûn
  • HPG nasnameya 2 şehîdên Heftanînê ragihand
  • Li Çiyayê Agiriyê operasyona dagirkeriyê
  • Çalakiyên Ciwan û Gelê Şengalê dijî hevpeymanên qirêj didomin!
  • Berxwedana Greva Birçîbûnê di roja 58’an de berdewam dike

Herî zêde hatine xwendin

  • LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê çalakî kirin

    LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê ji bo Efrînê lêda

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 2 şehîdên Heftanînê ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Çiyayê Agiriyê operasyona dagirkeriyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ANALÎZ – Akar Çi Dibêje?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Artêşa Tirk êrişî Til Rifetê kir: 3 sivîl Şehîd bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Zarokên Agir şewat ji xwe re kirine felsefe: 7 bajar dîsa şewitîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Li ser Kobanê tevgera balafiran

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê li qada ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmanci
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • English
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • English
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2020. Hemû mafên xwe parastî ye

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist